Ciwan û jinên ciwan yê Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê dagirkeriya dewleta Tirk ji xaka Başûrê Kurdistanê re her wiha hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê PDK şermezar kirin û gotin ku divê Başûrê Kurdistanê ji dewleta tirk re bibe goristan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Cadeya Salim a Silêmaniyê dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê çalakiyek lidarxistin. Di çalakiyê de daxuyanî hate xwendin.
Daxuyaniya ku ji alyê endamê Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê Akam Erkan ve hat xwendin wiha dibêje.
“Dewleta Tirk a dagirker piştî Efrînê dest bi operasyonên berfireh kir û bi dehan kêlometre ketiye nava xaka Başûrê Kurdistanê de. Dixwaze dagirkeriya xwe bidomîne. Lewma em pirs dikin, ewên ku xwe weke xwediyê dîrokê dibînin û dibêjin em parêzvanên welatin, çima bêdengin?”
Berê xwe bidin Herêmên Parastina Medyayê!
Her wiha di daxuyaniyê de Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi tundî hate rexnekirin û hate ragihandin ku PDK rê dide Tirkiyeyê û hevkarê Tirkiyeyê ye û wiha tê destnîşan kirin; “Em bang li tevahiya xelkê Başûrê Kurdistanê dikin, bi rihê Efrînê xwedî li Başûrê Kurdistanê derkevin û bikin goristana dagirkeran. Her wiha li her cihî têkoşînê bikin. Bi rihê Kobanê û Efrînê berê xwe bidin Herêmên Parastina Medyayê. Erka li ser milê hemû aliyên Başûrê Kurdistanê ye lêpirsînê li gel wan kesên berpirsên van êrîşane bikin. Bi taybet Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî.”
‘Emê 21’ê Nîsanê biçin Biradost’
Di dawiya daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Emê di 21’ê Nîsanê de biçin herêma Biradost û emê wir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk xwepêşandanê bikin. bi vê boneyê em bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê dikin ku beşdarî xwepêşandanê bibin.”