Navenda Ragihandin û çapemenî ya HPG’ê têkildarê çalaşiya gerîlayên HPG û YJA STAR’ê li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk ya dagirker daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku li herêma Barzanê 11 leşkerên Tirk hatine kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:
‘’19’ê Nîsanê saet 06.30’î hêzên me li herêma Barzanê ya Bşaûrê Kurdistanê li nêzî Tepê Xwedê, girê Koordîne li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyeke li dar xistine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li mewziyên dijmin û stareyên wan ketine û berbiçav 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.
Heman rojê saet 06.40’î hêzên me yên YJA Starê li herêma Barzanê, li girê Bayrakê li dijî hêzên dijmin çalakiyek kirine, ku derbên serkeftî li dijmin ketine û 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.”