Ev şeş rojin dikandar û bazirganên bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li ser sînor li dijî girtina sînor ji bo wan çalakî û grev dane destpê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameneyî ji bo aramkirina rewşê û bêdeng kirina wan nûnerekî xwe yê bi navê Seîd Celîlî şand Rojhilatê Kurdistanê.
Ciwanê bi navê Yadîgar Sadiqî berê niha du rojan li Mizgefa mezin a bajarê Bane ya ser bi parêzgeha Sineyê li dijî nûnerê Xameneyî Celîlî axivî û ev pêk anînên rejîmê şermezar kir. Hate zanîn ku şevê din hêzên rejîmê Sadiqî binçavkirine.
Ciwanê Kurd yê Baneyî Yadîgar Sadiqî li Mizgeftê wiha nerazîbûn nîşana nûnerê rejîmê dabû ; “Her ku buyerek diqewime hêzên Îranê êrîşê ciwanên Kurd dike. Em ji van pêkanînên we natirsin. Ezê çalakiya xwe berdewam bikim. Eger bê xwestin ezê eskerên Îranê û heta fermandarên wan yê payebilind jî bikuujim. Êdî ti cîdiyeta hikûmeta Îranê nemaye.”
Sadiqî her wiha dibêje ku ew ji tevahî parlementer û partiyan baştir ji qanunan fêm dikin û got: “We bi girtina sînor nanê esnafan biriye. Hêzên leşkerî wê ji ber vê qanuunê esnafan guleberan bikin. Mafê we nîne ku hûn ti kesî bikujin. Heya niha 6 zarok ji ber guuleyên hêzên ser sînor hatine kuştin.”
Celîlî ku di dema axaftina ciwanê Kurd de bi xwînsarî guhdar kir şevê din hêzên rejîmê rêkir ji bo binçavkirina Yadîgar Sadiqî.
Çalakiyên esnaf û bazirganên Rojhilatê Kurdistanê li dijî biryara girtina deriyên sînor ji bo wane û zêdekirina baca gumrikêye.