Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC) li Akademiya Şehîd Demhat a YCRʹê dewreyeke perwerdeyê vekirin.
KOBANÊ – Dewreya bi navê ʺŞehîd Salim Xelefʺ li gûndê Til Xezal ê Kantona Kobanê bi beşdarbûna 37 ciwanan destpêkir.
Dewre wê 65 rojan dewam bike û dersên siyasî, idyolojî her wiha diroka jin bên dayîn.
Meramîma vekirin dewrê bi deqek rêz girtin destpêkir. piştre Hevserokê Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Yûsif Xelewî û Endama Rêveberiya Yekîtiya Jina Ciwan Medya Mihemed axivîn û vekirina dewreyê pîroz kirin.
Her wiha bal li ser girîngiya dewreyên perwerdeyê di aliyên siyasî, bîrdozî û dîrokî de hat kişandin.
Bavê şehîd Salim, Xelef Xelîfe jî da zanîn ku ew bi şehadeta ku kurê xwe serbilind e û serkeftin ji endamên dewreyê re xwest.
Şehîdê sivîl Salim Xelef ji bajarê Dêrazorê ye, 22ʹyê Sibatê di hedefgirtina karwanê gelê Bakurê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şehîd bûye.