Di hefteya 4 mîn de ya meşa vegerê a mezin 4 ciwanên Filistînî li ser sînorê herêma Xeza ya Filistînê di encama gole barana hêzên Îsraîl de jiyana xwe ji dest dan her wiha 645 kes birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî ku berdevkê wezareta tenderwstî ya Filistînî yê herêma Xeza Aşref Qedûra ragihand ku ciwanên ku jiyana xwe jidest dane navê wan wiha ye “Nebîl Abu Aqel (25) salî “Ahmed Reşad Alesamnê (24) salî “Sad Abd Almecîd Abo Taha (29) salî “Mihemed Ebrahîm Eyob(15).
Her wiha Alqedûr da diyar kirin ku ji kesên birîndar 29 jiwan zarok, 13 jin, 5 birînên wan giranin û yê din birînên sivikin.