Qedexeya derketina derve ya berî 2 salan ku li 6 taxên Nisêbînê hatibû îlankirin, rabû.
NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî 2 salan ji Qedexeya derketina derve ya di 14’ê Adara 2016’an de li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr, Abdulkadîrpaşa, Zeynel Abîdîn û Kişla yên navçeya Nisêbîna Mêrdînê hat îlankirin, rabû.
Li taxên mijara gotinê ye, di dema qedexeyê de bi hezaran mal û kargeh hatin rûxandin û li şûna wan dest bi çêkirina avahiyên TOKÎ hatibûn kirin.