Greva esnaf û kesibkarên li Rojhilatê Kurdistan di roja xwe ya 8 mîn de ye. Ciwanên Xwendekar ên zangeha bajarê Merîwanê dest dan grevê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanên xwendekar ên Zangeha Peyamî Nûrî ya Merîwan bi çalakiyekê piştgiriya daxwazên esnaf û kasibkarên Rojhilatê Kurdistanê kirin.
Xwendekaran çalakiya xwe di zangehê de pêk anî û di çalakiya xwe de pankartên ‘Ji girtina sînor re na’, ‘Nan û kar’, ‘grev berdewame’, ‘Heya serkeftinê na rawestin’ hildan û li nav salona zanîngehê bûn du rêz.