Tevgera Ciwanên Kurd Li Rusyayê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bi çalakiyekê şermezar kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanan Li navçeya Novoaleksandrovskiya girêdayî bajarê Stavrapol ê Federasyona Rusyayê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan û dagirkeriya dewleta Tirk daxuyaniyek dan.
Daxuyanî ji aliyê ciwanê bi navê Barzanî Mamedov hate xwendin.
Daxuyanî wiha dibêje: “Em bi tu awayî ji Rêbertiya xwe agahî nagirin. Niha Kurdên li her çar aliyê cîhanê gelek bi guman û fikar in. Ev pêkanîna dewleta Tirk a der mirovahiyê ji aliyê hêzên navneteweyî ve jî tê pejîrandin. Lewre em, ji vê tecrîda li ser Rêberê xwe û êrîşa li ser Efrînê hêzên navneteweyî jî berpirsyar dibînin.
Êdî em dixwazin demildest ev pêkanîna der mirovahiyê bi dawî bibe. Em weke ciwanên Kurd ên li Rusyayê dijîn dixwazin ku dewleta Rusyayê hîn bêhtir ji dil û bi însiyatîf nêzî pirsgirêka Kurd bibe.”
Di dawiya daxuyaniyê de ciwanan dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî Berxwedana Efrînê” qîriyan.