Di çarçoveya Pêngava “Jin ji bo Efrînê rabin ser piyan û têkoşînê bilind bikin” ya bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê gelan Abdullah Ocalan û dagirkeriya Tirkiyê ku Kongra Star dabû dest pê kirin îro meşek hat organîzekirin.
KOBANÊ – Meşa ku li Bajarê Kobanê hat li dar xistin ji aliyê Kongra Star ve hatibû organîzekirin. Meş ji qada “şehîd Egîd” dest pê kir û ber bi qada “Jina azad” ve herikî.
Di meşê de pankartên ” Her der Efrîne, Her roj berxwedane” . “Jin rabin ser piyan, ji bo Efrînê berxwedanê bilind bikin” .” Bi rihê berxwedana Efrînê emê pergala îmralî têk bibin”. ” Erdogan terorîst” . her wiha wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin rakirin.
Meş li qada Jina azad rawestiya û veguherî mitîng. Piştî deqek rêz girtin axaftin harin gotin.
Endama Koordînasyona Giştî ya Kongra Star a Kantona Kobanê Felek Yûsif axivî û got ku dewleta Tirk bi tecrîda li ser Rêber APO her wiha êrîşên li ser Bakûrê Sûryê dixwaze serkeftinên şoreşa Rojava û Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê têk bibe.
Felek Yûsif di berdewamiya axaftin xwe de got ku tu kes nikare vîna jina azad bişkîne. Berxwedaniya Efrîn bi rihê jina azad bi serket û wê hertim serkeftî be.
Her wiha Rêvebera Kongra Star a navçeya Qenaya Kewser Silêman jî axivî û got: Em van siyasetên qirêj ya dewleta Tirk li ser Bakûrê Sûryê her wiha tecrîda li ser Rêber APO şermezar dikin.
Meş bi sloganên “Bijî berxwedana Efrîn” . “Bê serok jiyan nabe” bi dawî bu.