Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn işaret bi têkiliyên Tirkiyeyê yên bi blokên Rûsya-DYA re kir û got, “Tirkiye ketiye nava qefesekê.” Altûn got, yên ku dibêjin ew li Efrînê bi ser ketine, haya wan ji têkçûna wan nîne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn rewşa dawî ya Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ji ANF’ê re nirxand.
Altûn bal kişand ser êrîşa dawî ya li dijî rejîma Sûriyeyê hate kirin û got, “Lêdana bi 103 fuzeyan weke ku êrîşeke yekser a li dijî rejîmê tê nîşandan. Lê belê rastiya vê yekê gelekî cuda ye. Pêwendiya vê yekê bi têkiliyên navbera koalîsyona navneteweyî û Rûsyayê, ya jî bi têkiliyên DYA-Rûsyayê re heye. Di vî warî de krîzek heye. Hewl dan vê krîzê weke krîzeke ku bi bûyera ajan a li Îngilîstanê re derketiye holê nîşan bidin. Tevî ku weke bûyera jehrîkirina ajansekî li Îngilîstanê tê nîşandan jî, eşkere ye ku krîz kûrtir e. Ev bûyer nîşandana krîza navneteweyî ye.”
NAKOKIYA NAVBERA DYA-RÛSYAYÊ
Riza Altûn diyar kir ku dema polîtîkayên Rûsyayê yên li Rojhliata Navîn were nirxandin, wê êrîşa dawî baştir bê fêhmkirin û wiha pê de çû: “Bikaranîna çeka kîmyewî li Xota Rojhilat weke sedem ji vê re hate nîşandan. Lê ev yek hewldana ji bo nixumandina nakokiyên heyî ye. Mesele ne ew komkujî ne ku ji aliyê rejîmê ve hatine kirin. Kiryarên rejîmê yên heft salên dawî li pêş çavan e. Bombe li gundan hatin barandin, komkujî hatin kirin. Gelek caran îdîa hatin kirin û delîl jî hatin nîşandan ku çeka kîmyewî bi kar aniye. Lê belê helwesteke wiha nehate nîşandan. Tenê hin hişyarî hatin kirin. Lê destwerdan nehat kirin. Çima niha nîqaş li ser bikaranîn an jî bikarneanîna çeka kîmyewî li Xota Rojhilat dest pê kir. Destpêkê lê dan û piştre gotin em ê lêkolîn bikin. Eşkere ye ku mesele ev nîne.”
LI SÛRIYEYÊ ÇI DIQEWIME?
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Riza Altûn da xuyakirin ku Rûsya demeke dirêj e li ser bingeha derfetên ku rejîmê daye wê li Sûriyeyê bi cih bûye û ji bo li qada herêmî hegemonya xwe ava bike siyasetê dike. Altûn got, “Dema ku mirov bala xwe dide siyaseta Rûsyayê, bi taybetî di çarçoveya têkiliyên Rûsyayê yên bi rejîmê, bi Îranê, bi Hîzbûllahê û Tirkiyeyê de dinirxîne, dibîne ku pirsgirêkeke cidî li holê heye.
Bloka rojava bi giranî li ser bingeha guhertineke li Sûriyeyê hewl dide serwer bibe. Lê polîtîkaya Rûsyayê berevajî vê ye. Sîstema heyî bi şerekî mezin ê li dijî Îranê re polîtîkaya guhertinê dimeşîne, lê Rûsya bi Îranê re tifaq kiriye.”
HÊZÊN ROJAVAYÎ WÊ LI BER TIFAQA RÛS-TIRK RABIN?
Altûn da xuyakirin ku di vir de xala herî girîng têkiliya Rûsyayê ya bi Tirkiyeyê re ye, ku sedema bingehîn a destpêkirina qonaxa nû ye.
Ji bo pirsa, ‘koalîsyona navneteweyî wê li ber vê têkiliyê rabe yan na?’ Altûn ev bersiv da: “Nîşaneyên vê yekê hene. Krîza ajan a li Îngilîstanê rû da vê yekê nîşan dide. Ev krîz tê wateya, ‘Polîtîkayên Rûsyayê xetere ne û divê li cihekî pêşî lê bê girtin’. Li gelemperiya cîhanê jî mesaj ahte dayin ku wê bi pêkanînan bersiv were dayin. Mesaja li cîhanê têra asta germahiya li Rojhilata Navîn nake. Têkiliya xetere ya navbera Rûsya û Tirkiyeyê û krîza Rojhilata Navîn a ji ber vê krîzê rû da, ji aliyê siyasî ve pêwîstî bi destwerdanekê dît. Lêdana dawî jî ev germahî afirand. Di heman demê de ji Rûsyayê re hate ragihandin ku polîtîkaya dixwaze bi Tirkiyeyê re bike nayê qebûlkirin.”
Riza Altûn bi berdewamî got, “Nedibû ku yekser Tirkiyeyê bikin hedef. Tirkiye hê li naverastê ye, ne diyar e ku wê çi bike. Nedibû ku yekser li Rûsyayê jî bixista. Wê şerekî nukleerî rû bida. Rêya herî kurt û bi bandor ew bû ku bi hedefkirina rejîmê û Îranê re vê yekê bikin û ev kirin.” Altûn destnîşan kir ku ev mesaj hate dayin û hate wergirtin.
PIŞTÎ ÊRÎŞA DAWÎ YA LI SER SÛRIYEYÊ HIN TIŞT GUHERÎN
Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve Altûn got, “Du aliyên xwe hene. Ya yekemîn; Rûsya wê piştî vê mesajê têkiliyên xwe çawa bidomîne. Ya duyemîn, divê Tirkiye biryarê bide ku têkiliya xwe ya bi Rûsyayê çiqasî bidomîne. Dema ku ev biryar hate dayin wê rewşeke nû derkeve holê. Wekî din, piştî ku koalîsyonê helwesteke wiha nîşan da wê xwe ji nû ve bi cih bike. Her du jî wê rê li ber rewşeke nû veke.” Riza Altûn da xuyakirin ku ev rewş tê wateya rûdana qonaxeke nû û got, “Dema ku mirov li rewşa her du eniyan -koalîsyona navneteweyî û eniya Rûsyayê- ya piştî lêdana dawî dinerin, dibînin ku hin tişt guherîne.”
HATIN ASTA KU LI HEV BIDIN
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Altûn destnîşan kir ku derba koalîsyona navneteweyî li rejîmê xist, di heman demê de li hevalbendên rejîmê hatiye xistin û got, “Me heta niha bi rengekî pêşdîtinî li nakokiyan dinerîn û ev nakokî veneguherîbû şer. Heta niha bi giranî weke têkilî-nakokiyan li qada dîplomatîk dihatin dîtin. Lê bi rewşa dawî re gihîştin wê astê ku li hev bidin. Ev şer niha neyekser tê dîtin û bi rêya hincetan li hev dan. Lê belê di dema pêş de wê hêzên cudatir bikevin dewrê û pêvajoyeke ku hê bi rengekî çalak li hev didin dest pê bike.”
REWŞA NÛ YA SIYASÎ Û LEŞKERÎ YA LI SÛRIYEYÊ
Altûn diyar kir, rewşeke ku ji hêza hêzên koalîsyonê ya navneteweyî jî wêdetir derdikeve û holê û wiha dewam kir: “Amerîka weke nûnerê hêzên navneteweyî li Sûriye û Iraqê ye. Fransa û Îngilîstan jî bi awayekî çalak ketin dewrê. Sedema wê jî têkiliyên Rûsyayê yên bi Tirkiyeyê re ku dibin sedema rûdana polîtîkayên zehmet. Rewşa heyî derbasî qonaxeke welê bû ku Amerîka bi tena serê xwe nikare pê. Kete wê qonaxê ku hevalbendên xwe hê bi xurtî bixe dewrê. Ji ber vê yekê Fransa kete dewrê û diyar kir ku bi qasî Amerîkayê wê di nav de hebe. Îngilîstan bi gotinên ji Amerîkayê jî radîkaltir dibêje wê tevlî pêvajoyê bibe. Bêyî erêkirina senatoyê êrîşa hewayî kir. Ev yek ji bo hêzên navneteweyî girîng e, lê bi vê namînin. Em dibînin ku wê hêzên herêmê jî êdî li Rojhilata Navîn bi cih bibin. Misr û Siûdî dibêjin em jî dikarin biçin Bakurê Sûriyeyê. Dema ku mirov van hemûyan binirxînin, dibînin ku wê li Sûriyeyê ku navenda nakokiyên Rojhilata Navîn e dewletênhan wê ji aliyê siyasî û leşkerî ve ji nûv e bi cih bibin.”
KRÎZ WÊ GIRANTIR BIBE
Riza Altûn anî ziman ku krîz wê girantir bibe, dibe ku rê li ber şer veke û got, “Amerîka, Fransa û Îngilîstan bi rengekî çalak, Îtalya û Elmanyayê jî dan xuyakirin ku wê weke piştevan cih bigirin. Yên nêzî van hêzan jî diyar kirin ku dixwazin bi rola xwe rabin. Kî ne ev hêz? Îsraîl û pêşengên yekîtiya Ereban Misr û Siûdî ne.
Li hemberî van hêzên navê wan li jorê hatin gotin, têkiliyên Sûriye-Tirkiye, Rûsya-Tirkiye, Îran-Rûsya wê derkevin asteke nû. Şêweyê van têkiliyan wê polîtîkayên koalîsyona navneteweyî û hêzên nêzî wan wê diyar bike. Eger van têkiliyên xwe bidomînin û polîtîkayên xwe mîna berê bimeşînin, wê hêzên koalîsyonê li dijî xwe bibînin. Lê belê eger di van têkiliyên xwe de bikevin nava nakokiyê û têkilî biderizin, wê hingî nakokiyeke nû derkeve holê.”
ASTANA Û SOÇÎ RÊ LI BER DAGIRKIRINA EFRÎNÊ VEKIR
Altûn işaret bi pêvajoyên Cenevre, Astana û Soçî kir û anî ziman ku ji ber giranî nedan ser çareseriyê, têk çûn. Altûn got, “Lê belê bûn xwedî têkiliyê. Di encama pêvajoya Astana û Soçî de Tirkiye bi rengekî pratîkî ket nava Efrînê û dijminatiya xwe ya li Kurdan gihand asta herî dijwar. Cenevreyê jî rê li ber vê rewşê vekir. Bêdeng ma. Pêvajoya Astana û Soçî rê li ber dagirkirina Efrînê vekir. Ji ber ku hegemonya xwe esas digirin, krîz giran kirin. Her du jî bê encam man û nakokiyên wan gihîştin wê radeyê ku bû sedema rûdana şer. Astana jî, Soçî jî, Cenevre jî eger her yek ji wan bi rengekî serbixwe bi rê ve biçe, wê şer rû bide. Wê blokbûyînê xurt bike, blokbûn jî wê hegemonya xwe esas bigire û ev hegemonya jî di dawiya dawî de wê şer bike.
Divê ev pêvajo bibin yek û perspektîfa çareseriyê were afirandin. Lê belê hê pêvajoyeke bi vî rengî nîne. Ya girîng ew e ku ji niha û pê ve wê çi bibe. Divê were dîtin bê şerê rû bide ya jî pêvajoya çareseriyê. Rewşa herî bi pirsgirêk a Tirkiyeyê ye. Pozîsyona ku Tirkiye nîşan bide wê paşerojê diyar bike. Eger Tirkiye têkiliyên bi Rûsyayê re esas bigire û vê têkiliyê bi xurtî bidomîne, wê pêvajoyeke nû ya bi pirsgirêk rû bide. Ev pirsgirêk çi ne? Di serî de NATO wê têkiliyên bi saziyên navneteweyî re qut bibe. Wê bibe sedem ku têkiliyên bi cîhana rojava û DYA re qut bibe. Bi vê lêdana dawî re wê Tirkiye neçar bimîne ku helwesta xwe diyar bike.
TIRKIYE KETIYE NAVA QEFESÊ
Ji bo pirsa “Eger Tirkiye têkiliyên xwe yên bi Rûsyayê re sist bike û bi koalîsyona navneteweyî re têkiliyên xwe xurt bike wê çi bibe?” Altûn ev bersiv da:
“Vê carê rîsk heye ku Îran û Rûsya li ber rabe. Ji her du aliyan ve tengav bûye. Tirkan bi têkiliya hem bi Rûsyayê hem jî bi koalîsyona navneteweyî re digotin, ‘Me derfet dît ku li Rojhilata Navîn giraniya me hebe’. Yên ku ev digotin dîplomatên berê bûn. Halbûkî Tirkiye ketiye nava qefesekê. Piştî ku koalîsyona ji Misr û Siûdiyan xwe li Bakurê Sûriyeyê îfade kir û Îngilîstan, Fransa û Amerîkayê xwe li vê herêmê qewîn kir, wê rewşeke hegemonîk derkeve holê. Ev jî wê bê wateya lêdana li Tirkiyeyê. Lê eger hinekî xwe bispêre koalîsyona navneteweyî, wê wextê Rûsya wê li ber rabe. Ne tiştekî hêsan e. Nexşeya ji Cerablûs, Bab, Efrîn û heta Îdlibê bînin ber çavên xwe. Li vê herêmê bi sed hezaran çekdar hene. Û Tirkiye paşmêriyê ji wan re dike. Her wiha li Tirkiyeyê 3 milyon penaber hene, li vê herêmê jî bi qasî 2 milyon penaber hene. Bi giştî 5 milyon penaber û bi sed hezaran çekdar hene. Têkiliya bi Rûsyayê baş jî be nebaş jî be ev reyk pirsgirêk e. Dema ku pê re bikeve nava nakokiyan, wê wextê dikare jê re bêje ku bi sed hezaran çekdarên xwe û penaberan vekişin Tirkiyeyê. Eger hêzeke ewqasî mezin biçe, wê hingî pirsgirêk jê re derkeve. Em bêjin xwe da aliyê Rûsyayê. Di dawiya dawî de dema li Sûriyeyê çareseriyek bû, ya wê Sûriye parçe bibe, ya jî wê ji Cerablûsê heta Îdlibê mîna Hatayê tevlî Tirkiyeyê bike. Ya jî wê federasyonê qebûl bike. Eger nikaribe vê bike wê bi sed hezaran çekdar û pênc milyon penaber bibin belayê serê wê. Di nava neçareseriyeke mezin deye.”
ERDOGAN TÊKÇÛNA DI NAVA SERKETINÊ DE NABÎNE
Riza Altûn bi bîr xist ku Erdogan îdîa dike ku bi ser ketiye û got, “Lê belê gelek caran yên ku ji wan heye ku bi ser ketine, hay ji têkçûna xwe ya li nava serketinê nîne. Piştî ku tehma serketinê qediya, wê fêhm bikin wê çawa têk çûne. Hingî jî wê ji bo wan dereng be. Ji Tirkiyeyê heye ku li Efrînê serketineke mezin bi dest xistiye. Li ser bingeha dijminatiya li Kurdan jê heye ku herêmeke Kurdan bi dest xistiye. Xwe xistiye qadeke welê ku ketiye nava pozîsyoneke nikare ji binî rabe. Pozîsyoneke welê ye ku deh qatên tiştên ku îro qezenç kiriye bide wê nikaribe xwe rizgar bike.”