Akadimiya şehîd Feysel Abû Leyla ya QSD’ê dewreya bi navê şehîd Zinar Serêkaniyê ku 240 Ciwan ji tevahî Bakurê Sûryê tevlî bibun bi dawî kir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewreya 27 mîn ku 16 rojan dewam kir, ciwanan têde dersên Eskerî û bîrdozî hatin dayîn.
Merasîma bi dawî kirina dewrê bi turanê Eskerî ji aliyê ciwanên ku tevlî dewreyê bibûn dest pê kir.
Piştî deqek rêz girtin yek ji fermandarên QSD’ê Zap Kobanê axifî û bi dawî kirina dewreyê li ciwanan pîroz kir.
Kobanê got ku QSD’ê hêviya gele, ji ber wê pêwyste em gelê xwe biparêzin.
Piştî wê ciwanan soza xwe ya parastina ax û gelê tevahî Sûryê da.