Di salvegera yekemîn ya topbarana dewleta Tirk de ya li ser biryargeha YPG’ê (Çiyayê Qereçux) ku di encama wê de 18 şervanên YPG û YPJ şehîd bûn, Jiber vê yeke bi dehan endamên YPG û YPJ bere xwe dan goristana şehîd Xebat ya Dêrikê û hevalên şehîd bi bîr anîn.
DÊRIKÊ – Bi dehan endamên YPG û YPJ li goristana Şehîd Xebat Dêrik ya bajarê Dêrikê di salvegera yekemin ya şehîdên tpo barana Qereçex de hevalên şehîd bi bîr anîn û soza xwe ji wanre dubare kirin.
Derbarê vê rojê de endama YPJ’ê Stêrk Arîn ji ajansa mere axifî û got: Ev salek li ser êrîşa hovane ya dewleta Tirk a dagirker re liser çiyayê Qereçwx derbast bu û di encama vê êrîşê de qederek hevalên me şehîd ketin. Em îro hatine vêderê hevalên xwe bi bîr tînin û zoza xwe ji van hevalan re didin ku emê tola wan hilînin.
Arîn axaftina xwe dewam kir û got ku dewleta Tirk ku dixwaze gele me tine bike û qîr bike, Emê wê tûne bikin.
Hêjaye gotinê ku di 25 nîsana 2017 an de dewleta Tirk ya dagirker çiyayên Qereçoxê top baran kir û di encamê de 18 şervanên YPG’ê û YPJ’ê şehîd bûn.