Ciwanên herêma Germiyan bi daxuyaniyekê ragihandin ku wê di 18’ê Gulanê de beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Konferans di 18’ê Gulanê bi dirûşmeya, “Pirsgirêkên ciwanan û li Rojhilata Navîn Çareseriya Demoratîk” pêk tê.
Daxuyaniya ku li navçeya Kelar a Germiyan hate dayîn ji aliyê ciwananê bi navê Cêgir Germiyanî hate xwendin.
Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Niha em dizanin li Rojhilata Navîn li her cihî şere û şerekî demdirêj tê kirin, çi bi fizîkî be çi jî bi fikrî be. Armanca sereke lewazkirin û bêçandkirina ciwanane. Di heman demê de hemû aliyên siyasî û leşkerî ciwanan bi kar tînin, ji bo berjewendî û qezencên xwe.”
Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; “Sedemê sereke ewe ku ciwan xwedî hêzekî mezinin û pêşengên civakê ne. Timî di nava hewldan û têkoşînê de ne, ji bo şikandina fikir û felsefeya pîrsalarî yê. Ji ber ku sîstema dewleta pîrsalarî êrîşên derûnî yên bê hempa tînin li ser ciwanan. Ev yek wisan li ciwanan dikin ku ciwan ji dagirkirina maf, xak û rastiya xwe bê agahî bin.”
Di dawiya daxuyaniya ciwanên herêma Germiyan de wiha tê gotin; “Em weke ciwanên Germiyan û Başûrê Kurdistanê daxwazê ji hemû ciwanên Rojhilata Navîn dikin ku beşdarî Konferansa Pirsgirêkên ciwanan û li Rojhilata Navîn Çareseriya Demoratîk’ bibin.”