Komîteya amedekar ya konferansa ciwanên Rojhilata navîn bi Tevgera Ciwanan ya Başûrê Kurdistanê re dest bi hevdîtine kir. Îro seet 15 an de bi komela xwendekaran ya Tevgera Goran re hevdîtin pek anî.
Silêmaniyê – Komîteya amedekar û Komeleya Xwendekaran ya Tevgera Goran nêzî 45 deqeyan hevdîtinek pêk anîn. Piştî hevdîtinê li ser navê Komîteya Amedekariyê Êrîş Şarezorî û li ser navê Xwendekarên Tevgera Goran Sawen Bahaddîn axifîn.
Şarezorî di axaftina xwe de anî ziman ku ev hevdîtin bi daxwaza Komeleya Xwendekaran ya Tevgera Goran pêk hat. Ev hevdîtin bo her du aliyan jî baş derbas bû. Em jî bi nêzîkbûyina Xwendekarên Tevgera Goran kêfxweş bûn.
Sawen Bahaddîn jî got: “Em jî wek Komeleya Xwendekarên Tevgera Goran tînin ziman ku divê ev konferans bilez pêk were. Bo ew konferans jî pêk were çi ji destê me bê em ê bikin û em pê kêfxweş dibin. Û em ê bi hêzekê xurt tevlî vê konferansê bibin. Hêviya me jî ew e ku hemû hizbên ciwanên Kurdistanê û Rojhilata Navîn yên demokrat û şoreşger tevlî vê konferansê bibin.”