Yekîtiya Ciwanên Êzîdî (YCÊ) bi boneya salvegera yekemîn ya êrîşên dewleta Tirk ya dagirker yên 25’e Nîsana 2017 an li ser çiyayên Şingal û çiyayê Qereçox yê Rojavayê Kurdistanê meşek li dar xistin û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Bi sedan ciwan tevlî Meş ku ji aliyê Yekîtiya Ciwanên Êzidî ve hat organîzekirin bûn.
Meşa ji navenda bajarokê Sinunê destpê kir û heta ketina Geliyê Kersê ku hatibû bombebarankirin û welatiyê bi navê Gênco Qîranî lê şehîd ketibû, dom kir.
Di meşê de wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, şehîd Gênco Qîranî, alên YBŞ, YJŞ, YCÊ hatin vekirin. Her wiha bi diruşmeyan êrîşên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Piştî meşê li destpêka Geliyê Kersê, ji bo şehîdan deqeyek rêz hat girtin. Di çalakiyê de li ser navê sazî û dezgehên Şengalê axaftin hatin kirin û şehîdên Şengal û Qereçoxê hatin bibîranîn, careke din sersaxî ji malbatên wan û gel hat xwestin.
Li ser navê YCÊ jî daxuyaniyek hat xwendin û şehîd hatin bibîranîn. Di daxuyaniya ku êrîş hatin şermezarkirin de, soza bilindkirina têkoşîna azadiyê û şopandina rêya şehîdan hat dayîn.