Greva giştî ya kasibkar û dikandarên Baneyê ya li dijî girtina sînorê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de di roja 13’an de didome.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li bajarê Rojhilatê Kurdistanê Baneyê gireva derabe girtinê ya kasibkar û dikandaran ya li dijî girtina sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê 13 rojin berdewam dikin û bazar dane rawestandin.
Kasibkar û dikandarên bajarê Baneyê duh jî belavok belavkirin , sifreyên vale danîn û kon vedan. Bi vî awayî helwesta xwe ya li dijî siyaseta birçîkirinê ya hikûmeta Îranê nîşan dan.
Hêjayî gotinê ye ku bi girtina deriyê sînor ê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de nêzî 80 hezar kolber û 6 milyon kasibkar û dikandar li Rojhilatê Kurdistanê bê kar man.