Jinên ciwanên têkoşer piştgiriya xwe ji bo konferansa ciwanên Rojhilata navin ragihandin.
SILÊMANÎÊ – Jinên ciwanên tekoşer îro bi daxuyaniyekî piştgrî û tevlibûna xwe ya konferansa ciwanên Rojhila navîn ragihandin.
Ser navê rêveberîya jinên ciwanên tekoşer Baxan Cemal daxuyani xwend. Cemal di daxuyanîê de got” em wekî Jinên ciwanên tekoşer keda komiteya amadekar a konferansa ciwanên Rojhilata navîn li bin dirûşmeya ‘pirsgirêkên ciwanên Rojhilata navîn û riyên çareserîyê’ pîroz di bînin”.
cemal balkişande ser qeyrana Rojhilata navin û got.”em vê konferansê ji bo şoreşa Rojhilata navîn girîng dibînin.” û got ” emê bi awayekî xurt tevlî vê konferansê bibin”.
Di dawîya daxuyanîyê de Cemal bang li jinên ciwanên Rojhılata navîn û Kurdistanê kir û got. ”Em bang li tevahi jinên ciwanên Rojhilata navîn û Kurdistanê dikin ku li vê konferansê xwedî derbikevin û bi rengê xwe pêşengtîya şoreşa Rojhilata navîn bikin.