Di hefteya 5 mîn de ji meşa vegerê ya li Herêma Xezayê ya Filistînê ciwanekî Filistînî ji ber guleyên leşkerên Îsrayîl jiyana xwe ji desta da her wiha bi dehan jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorê Sky News Erebiyê Ciwanên Filistînî di hefteya 5 mîn de ji meşa vegerê ya mezin ya Filistînê li ser sînorê Herêma Xeza û Îsraîl têlên sînor rakirin. Leşkerên Îsraîl gule û bombên gazê avêtin ser ciwanan. Di encama gole baranê de ciwanekî Filistînî jiyana xwe ji dest da her wiha bi dehan birîndar bûn.
Hêjaye gotinê ku Desteya Bilind ya Welatparêz ku van çalakiyan bi rêvedibe roja Înê ya vê hefteyê bi navê (Îna Ciwanên Şoreşger) bi nav kiribûn.