Karasû: Desthilatdariya ne bi çareseriyê wê hilweşe

Endamê Konseya Rêveber ê KCK’ê Karasû got faşîzma AKP-MHP’ê wê nikaribe arîşeyên Tirkiyê ku ketiye krîzê çareser bike û got 1’ê Gulanê wê vîna ku dawî li vê bîne, derkeve holê.

 NAVENDA NÛÇEYAN – Karasû got her çi qasî zext û zordariyê bikin jî desthilatdariya AKP-MHP’ê wê nikaribe çareseriyê bîne, ji ber ku yên ku sedema arîşeyan in nikarin bibin hêza çareseriyê û got, ‘’Dibe ku zext û zordarî, tundî zêde be, em di serdemeke wiha de ne ku zext û zordarî zêde ne lê li gel vê jî gelên Tirkiyê û Kurd û hêzên demokrasiye wê bibin yek û desthilatdariya  AKP-MHP’ê hilweşînin.’’

Endamên Kosnseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû, ji bo 1’ê Gulanê, Roja Karker û Kedkarên Cîhanê ji ANF’ê re axivî û got, ‘’Giyanê 1’ê Gulanê her tim li ser piyan ma. 1’ê Gulanê giyanê wekheviyê, dadmendiyê, azadî, yekîtiyê û hevgirtinê ya karker, gelan tim zindî hişt. Niha li dinyayê giyanê 1’ê Gulanê zindî ye.’’

‘Partiyên rasgtir nikarin bibin çareserî’

Karasû got êdî bi 1’ê Gulanê re bi hêviyeke zêdetir dikarin li siberojê binerin ji ber ku kapîtalîzm li ber hilweşandinê ye û got, ‘’dinyayeke wekhevtir û bê mêtingerî ne dûr e.’’

Karasû bal kişande ser wê diyardeyê ku van salên dawî li gelek welatan partiyên rastgir têne ser kar û ev mîna îflasa ‘demokratên sosyal’ pênase kir, ku ji krîzên kapîtalîzmê re nebûne çareserî û got, ‘’desthilatdarên rastgir wê nikaribin ji arîşeyên kapîtalîzmê re bibin çareserî. Ji ber ku ên ku bixwe sedema arîşeyan in nikarin arîşeyan çareser bikin.’’

‘Antî-kapîtalîst wê werin ser rêveberiyê’

Karasû her wiha got van deh salên pêşiya me wê têkoşîna sosyalîst, şoreşger geş bibe, desthilatdariyên rastgir, demokratên sosyal û reformîst wê heq ji desthilatdariyê dernekevin û antî-kapîtalîst, partiyên ku li dijî kapîtalîzmê xwedî polîtîkayên alternatîf ên siyasî, civakî û aborî ne wê li her deverê werin ser rêveberiyê.

Kapîtalîzm çareseriyê nayîne

Karasû bal kişande ser pergala kapîtalîst û got ne tenê kapîtalîzm pergala dewletî jî ketiye krîzê û got, ‘’Vê 1’ê Gulanê têkoşîna dijî kapîtalîzmê wê geştir bibe. Arîşeyên ku kapîtalîzm bûye sedem zêdetir wê werin ser ziman. Ne tenê karker, hemû mirovahî wê bi dengekî bilinditir bibêje ku kapîtalîzm çareseriyê nayîne.’’

‘Xeta Rêber Apo alternatîf e’

Endamên Konseya Rêveber Karasû bal kişande ser krîza li Rojhilata Navîn, a ji ber krîza kapîtalîzmê ya li herêmê û got, li Rojhilata Navîn li dijî vê krîzê vebijêrka jiyana demokratîk a komunal a gelan derketiye holê: ‘’Êdî li dijî kapîtalîzmê û pergala dewletî di xeta Rêber Apo de vebijêrka gelan heye. Konfederalîzma demokratîk ya ku hişmendiyeke nû ya alternatîfa pergala dewletî ye li Rojhilata Navîn di xeta Rêber Apo de, bi têkoşîna azadiyê ya Kurdan geş dibe. Ev jî lêgerîneke nû ya miorvahiyê ya li Rojhilata Navîn vedibêje.’’

‘Faşîzma AKP-MHP’Ê wê nikaribe heq ji arîşeyean derkeve’

Karasû got têkoşîna azadiyê ya Kurdan pergala qirker û mêtinger a dewleta Tirk xistiye krîzeke mezin û di encama vê de dewleta Tirk ji bo ku vê pergala xwe ya qirker û mêtinger bidomîne pergaleke faşîst ku li dinyayê mînaka wê nîn e ava kiriye û êrîşên xwe zêde kirine û got, ‘’Ev jî ne hêza desthilatdariya faşîst a AKP’ê ya li Tirkiyê lê bêhêzbûna wê nîşan dide, bi şîdetê hewl dide ku heq ji arîşeyan derkeve. Faşîzma AKP-MHP’ê wê nikaribe ji arîşeyên Tirkiyê re bibe çareserî. Çi qasî zext û zordariyê bike jî wê nikaribe çareseriyekê bîne. Jixwe gelê me û gelên Tirkiyê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ne û qebûl nakin. Dibe ku zext û zordarî zêde bin û em di serdemek wiha de ne ku zext û zordarî pir zêde bûne lê li dijî vê gelên Tirkiyê û Kurd, hêzên demokrasiye wê bibin yek, têkoşîna hevpar ava bikin, bi platformên hevpar wê vîna xwe derxînin holê, ev 1’ê Gulanê wê bibe ya van geşedanan.’’

Banga geşkirina têkoşînê

Endamên Konseya Rêveber ê KCK’ê Mustafa Karasû ji bo 1’ê Gulanê bang li gelên Tirkiyê, karker, hêzên demokrasiye yên Kurdan kir û got, ‘’Em bang dikin ku 1’ê Gulanê kedkar, gel bi giyanê yekbûyî, hevgirtî li dijî faşîzma AKP’ê hişmendiya têkoşîna hevpar ava bikin, platformên têkoşîna hevpar werin avakirin, li ser vê bingehê jî têkoşîna dijî faşîzma AKP-MHP’ê geştir bikin. Heke gelên Tirkiyê û hêzên demokrasiye û hêzên demokratîk ên Kurd bibin yek 2018 wê bibe ew sal ku gelên kedkar ên Tirkiyê, gelê Kurd ê çewisandî wê faşîzma AKP-MHP’ê têk bibin.

 

Nivîsa Pêş