Hikûmeta Tirkyê biryara binçavkirin 103 kesan derxist. li gory ku hikûmeta Tirkiyê dibêje ku ev kesana girêdayî Fethullah Gulên in.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî ajansa Anadol ya girêdayî AKP’ê, biryar di heqê 103 kesan de derketeye û heta niha 63 ji van kesan hatine girtin, 40 kes jî tên taqîbkirin ji bû binçavkirin wan.
Binçavkirin li bajarê Îstanbolê her wiha li 35 bajarên din hatiye kirin.
Hêjaye gotinê ku Saziya Mafê Mirova di rapora xwe ya meha bûrî de diyar kir ku hikûmeta Tirkiyê ji piştî derbeya ku biserneket(wek ku tê binav kirin), Hikûmeta Tirkiyê 160 hezar kes binçavkirine her wiha hijmareke nêzî wê jî ji karên wan hatine derxistin.