Di Rojhilata navîn de û bi taybet li Sûryayê pilanên ku li ser gelê herêmê têne meşandin li gorî berçewendiyên hêzên ku îro li Sûryê li hember hevdû şerê xwe didin meşandin. Ji topbaran û qetil amên ku bi ser vî gelî de tê bi bandûr tire. Ewjî guhertin demografiya herêmê ye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Mînaka vê yekê îro li Efrînê tê jiyankirin. Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker li ser Efrînê û bi alîkariya NATO û heta niha ev êrîş dewam dikin û Efrîn tê talan kirin û zarok, Ciwan, Kal û Pîr tên qetil kirin her wiha jin têne tecawizkirin.
Li hember vê hovîtiyê berxwedanî berdewame. Dewleta Tirk piştî navenda Efrîn dagir kir dest bi pilanên xwe yê qirêj kir. Efrîn wek bajarekî girêdayî Tirkiyê kir û demografiya herêmê diguhere. Bi hezaran malbatên çetan û welatiyên ku ji Xota ya Rojhilat anîn li Efrînê bi çih kirin.
Ermanca dewleta Tirk ji vê yekê çiye:
1- Êrîşên hovane û topbarana ku hat kirin ermanca wê ewe ku Efrîn bi temamî xirab bike ku di demên pêşde avakirina wê pir zehmet be ji ber vê jî gel nikaribe vegere cih û warê xwe.
2- Civaka ku li van herêman jiyan dikin hilweşîne û hêza wê ya berxwedaniyê têk bib, û nikaribe wekî berê hemû pêkhate bi hevre jiyan bikin
3- Dirêjkirin şerê li Sûryayê û bin xistin çareseriyên siyasî, Ev dibe sedema ku gelê ku koçber bûye li çihê xwe bimîne û nema bikaribe vegere bajarên xwe.
4- dest datîne ser mal û milkên sivîlan, Wek ku îro li Efrîn ev tişt tê jiyankirin, di riya hinek kesên ku girêdayî MÎT a Tirkan mal û zeviyên gel bi peran tên kirîn û radestî dewleta Tirk tê kirin.
Dewleta Tirk ya dagirker bi van pilanên xwe yê qirêj dixwaze rengê herêmê û civakbuyînê bi giştî bigûhere.
Guhertina demugrafiya herêmê wê di demên pêş de piştî ku şer raweste jî pirsgirêkên di nava civakê de her berdewam bin.