Bi ber bi hilbijartinê ve zextên AKP’ê berdewamên. Li Stenbolê polîsên dewleta Tirk avêtin ser avahiya HDP’ê û gelek kes binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Polîsên Tirk avêtin ser avahiya HDP’ê ya navçeya Gungorenê ya Stembolê ku HDP’ê li wer çivîna gel li dar dixist.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyê yên stajyer Melîke Ceyhan û Servet Karadûman ku nûçe dişopandin û Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
kesên hatin binçavkirin birine Qereqola Polîsan a Merter Kerestecîlerê.