Dewleta Tirk ya dagirker êrîşî gundê Mizirdawûdê yê Kobanê kir û şervanên YPG û YPJ bersiva êrîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk ya dagirker di sat 21:00 de bi çekên giran û doçkan êrîşî gundê Mizirdawûdê yê rojhilatê bajarê Kobanê kir. Şervanên YPG û YPJ bersiva êrîşan dan. tu agahî li ser ziyanên ku di encama êrîşa dewleta Tirk de çibûne ne hatine bidestxistin.