7 şêwirmendên Erdogan ji bo di hilbijartina 24ê Hezîranê de bibin namzet îstifa kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Ji 34 şêwirmendên Erdogan 7 heban ji bo namzetiya parlementeriyê îstifaya xwe dan.
Ji van 7 kesan 5 hebê jin in û hemû jî parlementerên AKPê ne.
Kesên ku ji bo parlementeriyê îstifaya xwe dan ev in:
Alev Dedegil (İstanbul), Ayşe Turkmenoglu (İstanbul), Gulay Samanci, Gulşen Orhan(Wan), Seyit Sertçelik(Konya), İhsan Şener(Ordu) û Ozlem Zengin(İstanbul).
Lo gorî îdiayan hinek kesên ku xwestine bibim namzet, Erdogan destûra wan nedaye ku ji şêwirmendiyê îstifa bikin.