Kordinasyona ciwanen kurd li Rojavayê kurdistanê dan diyarkirin emê tucarî dagirkeriya dewleta tirk bi ti awayî qebul nekin û nedin qebulkirin û tecrîda li ser Rêber APO qebul nakin û wek tecrîd li ser xwe dibînin.
QAMIŞLO – Derbarê dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojava û Başurê Kurdistanê her wiha tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Endamên kordinasyona ciwanên kurd ji ajansa me Nûçe Ciwan re axifîn.
Endamê kordinasyona ciwanên kurd Birahîm Sofî balkişand li ser dagirkeriya dewleta tirk ya liser Rojavayê kurdistanê û Başurê kurdistanê û got: Dewleta dagirker xwe li hember destkeftiyên gelê kurd nagre û bi riya çeteyên serbi wive êrîşî serkeftiyên gelê kurd dike, wek çawa me dit li Bakurê kurdistanê êrîşî bajarên kurda kir, gund û bajarên kurdan şewitand û bi heman zihnyetê niha êrîşî Rojavayê kurdistanê dike.
Her wiha Amed Memo endama kordinasyona ciwanên kurd balkişand li ser tecrida li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan. Memo got: Bi girtina Rêber APO re xwestin vîn û îradeya gelê kurd bişkînin lê gelê kurd lihemberî vê kompiloyê berxwedaniyek pir mezin da meşandin û ev kompilo têkbir û ev berxwedan heta vê keliyê berdewame û we hertim berdewam be. Memo got: Jiber ku Rêbertiya me jî hertim dibêje me bi ciwantî destpekirye û emê bi ciwantî serbikevin
Memo di berdewamiya axaftina xwe de got: Rêber APO vîn û îrada meye ji bo wêji em vê tecrîdê li ser xwe dibînin. Rêber APO ne tenê Rêbertiya gelê Kurd dike, Di heman demê de Rêbertiya tevahî mirovatiyê dike, ji bo wê çendeji tevahî gelên azadî xwaz ji bo azadiya Rêber APO tedikoşe û azadiya Rêberê xwe dixwaze.
Amed Memo di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî rexistinên mafên mirovan diparêzin kir bila bi erkê xwe rabin.
Endamê kordinasyona ciwanên kurd li Rojava Ebdilxenî Emer jî axifî û balkişand li ser dagirkerî û parçekirina dewleta tirk ya li ser axa Kurdistanê
Emer got: Em wek kordinasyona ciwanên kurd tiştê ku dikeve ser milê me ciwanan zêdetir emê tebikoşin û berxwedanê mezin bikin. Jiber ku ev êrîşên ku niha li ser Başurê kurdistanê tên meşandin êrişeke dij hiquqî yê û ne rewa ye. Jiber wê ti feriq û cudahiyek di navbera Daiş û dewleta tik de nîne, jiber ku Daiş çawa li şingalê êrîş kir, qetliam û hovitiyek pêk anî, dewleta Tirk niha heman tiştî li Efrinê pêk tîne û dixwaze heman tiştî li Başurê kurdistanê jî pek bîne.
Emer di dawiya axaftina xwe de got: Ji bo ku em dawî li van êrîş û dagirkeriyan bînin divê em rojek ji rojadin zutir dest bidin destê hev, wek partiyên kurdan em kongira netewî pêkbînin ji bo ku ku ti êrîşên din wek kerkuk û Efrîn bi ser mede neyên, ji nan û avê zêdetir yekîtiya me kurda pewîste.