Raste Rêber Apo di zindanê de ye lê ew di dil û mêjiyê me de ye ji ber wê em tecrîda li ser Rêberê xwe qebûlnakin. Ciwanên Ereb yên ku Nûçegihanê Ajansa me ya Nûçe Ciwan hevdîtin bi wanre kiribûn ev axaftin gotin.
QAMIŞLO – Ciwanê bi navê Diyae Almizil got: Em vê tecrîda li ser Rêrer APO şermezardikin, dewleta Tirk di fikire ku bi vê tecrîdê dikare me ji Rêber APO dûrbixe lê ew nizane ku Rêber APO raste fîzîkî ne li gel me ye lê di dil û mêjiyê me de ye.
Rêber APO bi fikir û ramanê xwe di nav gel de ye û gel li ser riya Rêber APO û şehîdan dimeşe.
Almizil axaftina xwe dewam kir û got ku ew vê tecrîdê şermezar dikin jiber ku Rêber Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd di fikirî, Lê belê ji bo hemû gelan difikirî, wek gelên Ereb û xiristiyan.
Her wiha jina ciwan ya bi navê Amel Alî got: Ez tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezardikim û bi taybet jin pêwîste li hember vê derkevin, ji ber ku di nava vê şoreşê de me azadiya xwe naskir, ewjî bisaya fikir û felsefa Rêber APO ye. Beriya vê şoreşê em jin tenê di malê de bûn, lê anha em dibînin çawa jin li her deverê çihê xwe wek pêşeng digire.
Amel Alî axaftina xwe bi sozdayîna ji Rêber APO re ku li ser fikir û felsefeya wî dewam bikin bi dawî kir.
Ciwanê bi navê Abd Alrezaq Endamê Hêza Cewherî ya Bajarê Til Kocer jî got: Raste Rêber APO di zindanê de ye lê ew di dil û mêjiyê me de ye.
Her wiha Munzir Alî Alhesen jî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezarkir û bang li saziyên mafê mirovan kir ku bi erkê xwe rabin ji ber ku tiştekî bi vê rengî nayê qebûlkirin.
Alhsen bang li hemî ciwanan kir ku li ser fikir û felsefa Rêber APO bimeşin û xwe bi rêxistin bikin. Alhesen got raste Rêber APO ne li vire lê ew di dil û mêjiyê her ciwanekî de ye.
Alhesen axaftina xwe bi dawî kir û got ku ew ticarî dev ji serokê xwe bernadin û wê li ser riya wî dewam bikin. Alhesen dîsajî bang li ciwanan kir ku kurahiya fikirê Rêber APO nasbikin ji bo ku bikaribin xwedî li serokê xwe drekevin.