Li Çewligê li 26 herêmên girêdayî navend û navçeyên wê ji bo du hefteyan “Herêmên ewlehiyê” hatin îlankirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Walîtiya Çewlikê bi daxuyaniyekê ragihand ku li 26 herêmên girêdayî navenda Çewlikê û 8 navçeyên wê ji 30’ê Nîsanê hata 14’ê Gulanê “Herêmên Ewlehiyê” hatine îlankirin.
Navê cihên walîtiyê qexe kirin wihane: “Herêmên girêdayî navendê Ortaçanak, Zozana Hasar, Girê Hasar, Feratan, Zozanan Çir, Newala Merdîven, herêmên girêdayî navçeya Azarpêrt Çiyayê Şeytan, Newala Şeytan, Îlbey, Sevkar, herêmên girêdayî navçeya Dara Yêne Saggoze, Buyukçay, Yeniyazi, Dîkpinar, Derman û Şekeran, herêmên girêdayî navçeya Bongilan Yenîbaşak-Doguyelî, herêmên girêdayî navçeya Xorxol Horîvanîk, Deresî-Newala Tahkîm, Daristanên Kirkoy, Newala Manav û Guuneşlîk Gokçedal, herêmên girêdayî navçeya Gêxî Çomakderesî, herêmên girêdayî navçeya Kanîreş Daristanên Karacehennem û herêma girêdayî navçeya Çêrme Zozanên Akimli.”