Çeteyên girêdayî dewleta Tirk 2 welatiyên Efrînê direvînin û piştî hefteyekê cenazeyê wan her duyan kuştî radestî malbata wan dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî çavkaniyên ji herêmê Çeteyên bi navê El-Hemzat ku girêdayî dewleta Tirk ya dagirkerin welatiyê bi navê Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî ên ji gundê Celemê ya navçeya Cindirêsê ji berî hefteyekê li gundê Beradê ya navçeya Şêrewa revandibûn.
Malbata Ebdilqadir Kilislî ji encama êrîşa li ser gundê Celemê ji gundê xwe derketibûn û çûbûn gundê Beradê, li wir jî çeteyên El-Hemzat Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid revandin.
Îro çeteyan cenazeyên Ebdilqadir Kilislî û kurê wî Xalid Kilislî kuştî radestî malbata wî kirin û cihê ti guleyan jî li ser cenazeyê wan nebûn.