li kabul paytexta Afganistanê êrîşên xwekujî pêk hatin, Di encamê de nûçegihanê AFPê û 4 rojnamevan jî di nav de 25 kes hatin kuştin û 45 kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kabula paytexta Afganistanê du êrîşên xwekujî pêk hatin. Di encama êrîşan de nûçegihanê AFPê Shah Maraî jî di nav de 4 jê rojnamevan herî kêm 25 kes hatin kuştin û zêdetirî 45 kesan jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî ku dispêrin polîsê herêmê, îro seet li derdora 08:00an êrîşek pêk hat û piştî 40 deqeyî êrişeke din pêk hat.
Li gor daxuyaniya berpirsê polîsê Kabûlê êrîşkarê xwekuj cil û bergên rojnamevanan li xwe kiribûn.