Greva Kesîbkar û Esnafan ya Rojhilatê Kurdistanê ku ji bajarê Banê û Ciwanro li dijî hikometa Îranê ku deriyên sînor girtinê derket û îro di roja xwe ya 16 mîn de ye.
NAVENDA NÛÇEYAN – Greva ku ji bajarê Banê û Ciwanro destpêkir li bajarên Merîwan, Seqîz, Serdeşt û Pîranşar belav bû û her diçe zêde dibe.
Di roja 16 mîn ya grevê kesîbkar û esnafan li Banê dest bi çalakiya kon kirin. Çalakvanan di çalakiya xwe ya vedana kon helwesta xwe li hember hikometa Îranê diyar kirin û dibêjin heta ku daxwaza me pêk neyê wê çalakiya me dewam bike.
Grev di roja xwe ya 16 mîn de ye lê hikometa Îranê heta niha ti gav ji bo pêkanîna daxwaza kedkaran ne avêtiye.