Cejna kedkar û karkeran ya 1’ê Gulanê li her deverê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate pîrozkirin.
STENBOL – Cejina 1’ê Gulanê li gelek deverên cîhanê îro hate pîrozkirin. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê Peyama azadî û aşitiyê derket pêş, Lê ev rastî êrîşên polîsên dewleta Tirk ya faşîst hat.
Li Stenbol û hinek deverên din girse rastî êrîşa faşîst û polîsan hatin. Gelek binçavkirin hene,
Her Wiha li Qada Teqsîmê ya Stanbolê Endamên Komeleya Ciwanên Şoreşger ku xwestin tevlî girseyê bibin rastî astengiyê hatin. Her wiha 4 ciwan hatin bin cavkirin, Ciwanan pankarta “Em qedexeya Taksimê nas nakin” û ev bû sedema bin çavkirin wan.
Navê ciwanên ku hatin binçavkirin”Ahmet Ediz Kankur, Arzum Gunduz, Metin Coşkun û Hakan Butun.