Girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hisên Penahî yê Ku avêtin hûcreya yek kesî. Tê payîn ku Ramîn roja Pênçşemê were darvekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Birayê girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Ehmed Hisên Penahî li ser zindankirin û biryara darvekirina birayê xwe ji RojNews re axivî. Birayê Ramîn, Ehmed got; “Birayê min îro şandin hûcreya yek kesî. Li gorî biryara dadgehê wê roja Pênçşemê bê darvekirin.”
Ehmed Hisên Penahî wiha domad; “Beriya niha biryara darvekirina Ramîn ji bo me hatibû ragihandin. Li gorî dema dayîn me, wê roja Pênşçemê birayê min li sêdarê bidin. Ji xwe niha xistine hûcreya yek kesî.”
Cezayê dervekirinê yê li Penahî hatî birîn!
Ramîn Hisên Penahî xelkê bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ye. 23’ê Hezîrana 2017’an komek ji 4 kesî ya pêşmergeyên Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îranê li nav bajarê Sine ketine kemîna hêzên pasdarên Îranê. Di encamê de 3 pêşmerge şehîd bûn û Ramîn Hisên Penahî jî bi birîndarî kete destê hêzên Îranê. Niha jî cezayê darvekirinê li Pehanî hatiye birîn.
Hêjayî gotinê ye ku heya niha gelek rêxistinên xwe cihî û navneteweyî nerazîbûna xwe li hemberî cezayê Ramîn nîşan dane. Rêxistinan ji Îranê xwest ku cezayê Ramin Hisên xira bike. Lê heya niha Îran ti bersivek erênî nedaye.