Di 15’e rojên propagandaya hilbijartinê de ji bo parlamentoya Iraqê, Di Herêma Kurdistanê de 716 caran binpêkirinên yasayî çêbûne.
NAVENDA NÛÇEYAN – Îro federasyona rêxistinên civaka medenî li bajarê Silêmanî rapora xwe ya şopandina ji bo xebat û propagandayên ji hilbijartina parlamentoya Iraqê re amade kirî, bi daxuyaniyek çapemeniyê eşkere kir.
Di daxuyaniya çapemeniyê de endamê federasyonê Îmad Hemîd axivî û diyar kir ku rapora wan li ser ew astengî û zextên dezgehên çapemenî û partiyên siyasî li Herêma Kurdistanê çêkirine ye.
Di 15 rojan de 10 qenalên ragihandinê 486 caran binpêkirinên maf ên weke dijbertiya aliyan an jî rekirina namzetan pêkanîne.
Her wiha partiyên siyasî jî 230 caran binpêkirinên maf û yasayî pêkanîne. Beşek ji van jî binpêkirina pîvanên komîsyona bilind a serbixweya hilbijartinên Iraqê ye.