Li navçeya Zaxo 2 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ku penaberê Zaxo bibûn di avê de xeniqîn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Der barê bûyerê de polîsê Dihokê diyar kir ku duh êvarê 2 ciwanên Êzidî yên ji Şengalê ku penaberê navçeya Zaxo ya girêdayî parêzgeha Dihokê bûne, di avê de xeniqîn.
Her wiha polîsan diyar kir ku temenê herdû ciwanan 17 û 18 salî ne û li Kampa Çem Mişko ya girêdayî Zaxo diman.
Cenazeyê herdû ciwanan rakirine morga nexweşxaneya Zaxo.