Li Taxa Şêx Meqsûd ya Bajarê Helebê 22 endamên Asyîşê yên hêzên Operasyonê perwerde ya xwe li Akademiya Şehîdên Asayîş qedandin.
HELEB – Li Taxa Şêx Meqsûd ya Bajarê Helebê îro perwerde ya endamên Asayîşê ya Şehîd Hisen Xorto ku li Akademiya Şehîdên Asayîşe ya bajarê Helebê hatibû vekirin bi dawî bu.
Merasîma bi dawîkirina perwerde bi torene leşkerî li taxa Sêx maqsûd hat pîroz kirin.
Di torenê leşkeri de 22 endamên Asayîş ku tevlî perwerdê bibûn soza xwe dan ku gel heya dawî biparêzin. Şervanên bawernameyên xwe standin û ji milê fermandara Asayîşê Rewşan Heleb de hat pîroz kirin.