Çalakiya Gerilla li Lelîkan, 3 leşkerên a dagirker hatin kuştin

HPG’ê diyar kir ku li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê di çalakiyên gerîla yên 5’ê Gulanê de herî kêm 3 leşkerên Tirk a dagirker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BIM) li ser çalakiyên gerîla yên 5’ê Gulanê yên li herêma Lêlîkanê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de, hêzên me roja 5’ê Gulanê saet 17:45’an li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Lêlîkan ê li Başûrê Kurdistanê ye çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên a dagirker mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

Hêzên me êvara heman rojê li dijî leşkerên dagirker ên li ser girê Kevortê yê li herêma Lêlîkanê çalakiyên sabotajê kirin. Di çalakiyan de 3 leşkerên a dagirker hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.

Artêşa TC a dagirker roja 2’ê Gulanê li qada Şehîd Kawa ya li navçeya Farqînê ya Amedê dest bi operasyonekê kir. Operasyona dagirkeriyê roja 4’ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.”

Nivîsa Pêş