Ciwan ji bo hin zêdetir xwe bi rêxistin bikin û xwe pêşbixin tevlî akademiyan dibin jiber ku ciwan hertim pêşengin, Di heraliyî de ciwan dînamîkê civakêne, civak xwe li ser asta ciwantiyê hertim xwe li ser piyan digre. jiber ku di civakê de ciwan bê tefisandin û bê bandor bimîne wê ew civak tekbiçe, ji bo wê çendejî hertim sistema kapîtalîzimê dest tavêje ciwanan dixwaze ciwan hertim ji cewherê xwe durbîmnê bê bandor û esir bihêle.
QAMIŞLO – Li Bajarê Hesekê ji aliyê Meclisa Ciwanên Surya Demokratik ve akademiyên perwerdê hatine vekirin, divan akademiyan de ciwan tên perwerdekirin, yek jivan akademiyan, akademiya Meclisa Ciwanên Surya Demokratike, di vê akademiyê de 23 ciwanên Ereb yên ku ji Bajarê Dêra Zorê tên perwerdekirin.
Di 15 rojên derbasbuyîna perwerdê li ser bingehê bîrdozî, çand û exlaq, rastiya dirokê, rastiya jinê, rastiya hevaltî û hwkd deris tê dayîn, Ciwan bi eleqeyek pir mezin tevlîbuna xwe ji van akademiyan re çêdikin.
Derbarê perwerdeyê de ciwanan gelek nerînên xwe anîn ser ziman.
Ciwanê binavê Xelîl Erfan nerina xwe wiha anî ser ziman.
Xelil piştî ku bajarên me ji destê çeteyên daişê hatin rizgarkirin û şonde me êdî mirovatî dît, me êdî ciwantiya xwe naskir û me jî zanî em hene û em jî dikarin xwe hîn zedetit perwerde bikin û xwe bi rexistin bikin daku em carekdin nekevin bin destê sîstemên din yên dagirkeriyê ve.
Xelil di berdewamiya axaftina xwe de got: ji berêde sîstem me ciwana hertim ji bo xwe bi kartanî nedihêla em tiştek ji ciwantiya xwe bizanin, lê pişti ku em hatin me ev perwerde dîtin em fêrî gelek tiştan bun û me rastiya ciwantiya xwe zanî, sîstema ku berê em têde hertim jin li ber çavê me weke amêrekî dida naskirin, lê piştî ku em hatin vir me zanî çawa em di xwazin azad jiyan bikin ji wê hîn zêdetir mafê jinê ji heye jiber ku me zanî civakek jin têde ne azad be ew civak bi xwe ne azade
Xelîl Erfan di dawiya axaftina xwe de got: Piştî ku me perwerda xwe li vir bi dawî anî û em vegeriyan bajarê xwe emê weke ciwan sîstemek ya xwe bidin avakirin û hin zêdetir ji bo azadiya jinê û azadiya civakê xebatên xwe bikin, ti sîstem nikare me wek amêreki ji xwere bi karbîne.
Jina Ciwan a binavê Meysa El Casim jî wiha nerinên xwe anî ser ziman.
Îro ez wek jinek ciwan ji Dêra Zorê hatime tevî vê akademiyê bume jibona ku em wek jin rola xwe dinava civakê de bileyzin.wek tê zanîn sîsteme em jin hertim kiribun kole û ji bo xwe bikartanîn, ti mafê me jinan nebu me hertim weke amerek bikartanîn, pişti rizgarkirina Dêra Zorê pewîstî hebu ku em bên perwerdekirin, jibona wê jî ev akademî şensekî gelek mezin bu, ji bo me em divan akademiyan de fêrî gelek rastiyan bun, wek me zanin heyanî jin azad nebe civak jî azad nabe, jibona wê çendeji divê hîn zêdetir em weke hinên ciwan xwe bi rêxistin bikin û xwe hin xurt bikin daku carekdin ti sîstemên desthilatdar nikaribe azadiya me jidestê me bigre.