Gerîlayên HPG’ê li hemberî leşkerên artêşa Tirk a dagirker ku li ser girê Lêlkan a li herêma Bradost bicîh bûne, ji 6 aliyan ve çalakiyek mezin lidar xist.
BRADOST- Li hemberî hewldanên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a ku li herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê pêk tîne, çalakiyên gerîlayên HPG’ê yên bi bandor dom dikin.
Gerîla bi taybetî li dijî leşkerên ku li ser girê Lêlkan bicîh bûne, di nava çalakiyên domdar de ne.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, gerîlayên HPG/YJA Star îro jî saet derdora 10.00’an de ji 6 aliyan ve li hemberî leşkerên girê Lêlkanê çalakiyek mezin lidar xist.
Çavkaniyan destnîşan kirin ku gerîlayan di çalakiyê bi çekên ferdî, çekên navîn çekên suîkastê derbeyên giran li leşkeran xistine.
Gerîlayan her wiha ji 2 aliyan ve jî bi çekên giran li noqteyên leşkeran xist.
Derbarê encamên çalakiyê de zanyariyên zelal nehatin bidestxistin.
Çav li rê ye ku HPG di saetên pêş de têkildarî mijarê daxuyanî bide.