Îro li taxa Şêx Meqsud ya Bajarê Helebê li navenda Ciwanên PYD’ê ji aliyê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demuqrat PYD’ê û Yekîtiya Ciwanên Rojava yê helebê û Ciwanên Çand û Hunera Demuqratîk sinevizyonek li ser komploya nav dewletî a li ser Reberê Gelan Abdullah Ocalan hat li darxistin.
HELEB – Sinevizyon ji aliyê Ciwanên PYD,ê ve hat li darxistin, Ji beriya sinevizyonê li ser navê Rêveberiya ciwanên PYD’ê Ednan Reşîd axifî.
Reşid got: Sedema li darxistina vê sinevizyona me weke ciwan xwest balbikşînin li ser kompiloya navdewletî ya li ser Reberê gelan Rêber APO.
Reşîd di berdewawiya axaftina xwe de got: Emê weke ciwan heyanî azadiya Rêberê xwe tê bikoşin û çalakiyên xwe hin xurtir bikin jiber ku azadiya Rêber APO azadiya me ye, azadiya Rêber APO azadiya tevahî Rojhilata navîne. Ji bo wê çende jî erkê her ciwanekiye ji bo azadiya Reber APO tevbigere û tevlî çalakiyan bibn.
Bila herkes vê başbizane azadiya me bi azadiya Rêber APO re giredayî ye.
Bername bi siloganên “Bê Serok jiyan nabe”.” Bijî Serok APO”.”Azdadiya Serok APO Azadiya me ye” bidawi bû.