4 Ciwanên ku li Cizîrê bi îdîaya ku têkiliyên wan bi teqîna ku 4 polîs têde birîndar bibûn berî 8 rojan hatibûn binçavkirin hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Di 3’yê Gulana 2018’an de di encam ser girtin malan de ya li Taxa Yafes a navçeya Cizîra Şirnexê de 4 ciwan hatibûn binçavkirin.
Piştî lêpirsîna wan a li Midûryeta Polîsan bi dawî bû, sewqî edliyê hatin kirin. Dozger ciwanên bi îdîaya têkiliya wan bi teqîna 10’ê Tebaxa 2017’an a li Taxa Yafesê ya di encamê de 4 polîs birîndar bûn re heye, hatibûn binçavkirin bi daxwaza girtînê sewqî dadgehê kir.
Dadgehê 4 ciwan bi şertê “kontrola edlî” serbest berdan.