Piştî 25 rojan ji greva ku ji Bajarê Banê û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistane destpêkir û li hemî bajarên Rojhilat belav bû grev li paytexta Îran Tehranê jî destpêkir.
NAVENDA NÛÇEYAN – Greva kesibkar û dikandaran ya Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî hikometa Îranê ku deriyê sînor girtine derket di roja xwe ya 25 an de didume.
Piştî 25 rojan ji grevê kesibkar û dikandarên paytexta Îran Tehranê jî jiber rewşa welat ya abory dest bi grevê kirin û dikanên xwe girtin.
Du rojan berê jî mamostayên Tehranê û bajarên Sine, Merîwan, Kirmaşan ên Rojhilatê Kurdistanê li dijî taybetkirina dibistanan, her wiha bêparkirina mamostayan ji mafên wan ên civakî û darayî li ber dibistanên xwe çalakî lidar xistin.
Di heman rojê de beşek ji mamostayan li Tehranê hatin binçavkirin û heya niha çarenûsa gelek ji wan ne diyare.