Yekîtiya Ciwanên Rojava û Yekîtiya Jinên Ciwan ya Kantona Girê Sipî dewreyek ji endamên xwe yên ji pêkhateyên Kurd û Ereb re vekiriye.
Girê Sipî – Dewreya ku li ser navê şehîd Mezlom Reqa ku li akadimiya şehîd Hozan Can bi tevlîbûna 18 endaman ev 12 rojin destpêkiriye û dema perwerdê 18 rojin.
Ciwan û Jinên Ciwan yên ku tevlî perwerdê bûnê sedema tevlîbûna perwerdê û encamên ku hatine girtin ji ajansa me re ragihandin.
Jina Ciwan ya Kurd a bi navê Amûra Qadir Temir got: Sedema tevlîbûna min ya perwerdê ez wek jineke ciwan xwe li pêşbixim û ev desthiladariya ku di civakê de li ser jinê tê meşandin bi dawî bikin.
Her wiha jina ciwan ya ji pêkhateyê Ereb ya bi navê Ûla Al-Ibrahîm wiha axifî: Em niha li akadimiya şehîd Hozan Can dewreya şehîd Mezlom Reqa ne, Em wek ciwan sedema tevlîbûna me ya esasî ku em ciwantiya xwe nasbikin, ji ber ku berê me nizanîbû ciwantî çiye çi mafê xwe heya û pêwîste çawa jiîan bike, me ev tişt hemî di vê perwerdê de naskir, Me rastiya ciwantiyê naskir.
Ûla di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: Ciwan dînamîkê civakê ne û ewin yê ku dikarin civakê li pêşbixin. Di vê perwerdê de me rihê hevaltiyê naskir her wiha me naskir em kesayetekî azad di xwede avabikin.
Di dawiya axaftinê de Ûla bang li hemî ciwanan û bi taybet jinên ciwan kir ku tevlî perwerdeyan bibin û xwe birêxistin bikin.
Ciwanê bi navê Macid Al-Heza jî wiha axifî: Me di nava perwerdê de pir tişt naskirin, Jiber vê yekê piştî perwerdê emê bi rengekî ji xwe bawer derbasî nava civakê bibin û gel û ciwanan bi rêxistin bikin.
Macid axaftina xwe dewam kir û got: Berê her kesî ciwan ji bû bercewendiyê xwe bikar tanîn lê niha me rastiya sîstemên desthiladar naskir û em dikarin li hember wê bisekinin û xwe jê biparêzin. Jiber vê yekê ez bang li hemî ciwanan dikin û bi taybet ciwanên Ereb ku tezlî perwerda bibin û rastiya xwe nasbikin.
Di dawiyê de jina ciwan ya Kurd Bêrîvan Çawîş axifî û got ku em li vêderê 18 ciwan û jinên ciwan ji hemî pêkhateyan tevlî perwerdê bûne, Sedema esasî ji tevlîbûna perwerdê ku em xwe li pêş bixin û jinên ciwan yên di nava civakê de li pêş bixin.
Bêrîvan got: Me encamek pir xwert ji perwerdê girt, Hevaltiya me xwertir bû û me rihê hevaltiyê naskir.
Bêrîvan di dwiyê de bang li ciwanan kir ku tevlî perwerdê bibin.