Çeteyên girêdayî dewleta Tirk ya dagirker talankirina mal û milkên welatiyên Efrînê berdewam dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker erebe û kemyonên sivîlan ji Efrînê didzin.
Malpera çalakvanên Efrînê dizîkirina çend erebe û kemyonan ku ji aliyê çeteyan ve hatine dizîn belge kir.
kemyona malbeta Hec Reşîd “Etmano” ku berî vê bi çend rojan ji Efrînê hatiye dizîn, Her wiha erbeyeke Hûndayê a hemwelatiyekî bi navê “Yehya Mihemed Qilêc” ji Maratê jî hate dizîn.
Çete hemî tiştên ku talan dikin dibine bajarê Izazê.