îro sibehê li bajarê Ûrmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê du ciwanên kurd ku di zindanên hikometa Îranê de bûn hatin îdamkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gor daxuyaniya Komeleya Mafê Mirovan a Hengawê îro sibehê li Girtîgeha Ûrmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê du ciwanên kurd bi navê Xelîl Agûş û Suhêl Mîrbexş li ser destê hikometa Îran ya faşîst hatin îdamkirin.
Herdu ciwanên kurd ên ji bajarê Ûrmiyê bi îdîaya kuştina bizanebûn biryara îdamê li wan hatibû birîn.
Ciwanên kurd ên bi navê Xelîl Agûş ji bajarê Makû ye û sala 2012an û Suhêl Mîrbexş jî ji Ûrmiyê ye û sala 2014an hatibû girtin.