Ciwanên Herêma Cizîrê tecrîda li ser Rêberê gelan Abdulah Ocelan şermezar kirin û gotin : Azadiya Rêber Apo Azadiya me ye.
QAMIŞLO – Nûçegihanê ajansa me ya Nûçe Ciwan derbarê tecrîda li ser Rêberê gelan Abdulah Oclan nerînên ciwanan girt .
Ciwanê bi navê Mecid wiha axifî: Rêber APO Rêberê gelê Kurde û em tecrîda li ser şermezar dikin û daxwaza serbestbûna wî dikin ji zindanê, ji ber ku ew Rêberê me ye û bi fikir û felsefeya wî em gihane vê asta em niha têde jiyan dikin .
Ciwanê bi navê Vajîlî ku endamê Yekîtiya Ciwanên Rojava ye daxwaza azadiya Rêber Ocalan kir û got: Em dewleta tirk şermezar dikin û divê em li serokê xwe xwedî derkevin ji ber ku ew tenê ne ji bo kurdan kar dikê lê belê ji bo hemû miletên cîhanê yên bindest ew kar û xebatê dikê .
Her wiha Wensa jina kurd ya ku ji qamişlo ye got: Ez azadiya Rêber APO dixwazim û bi felsefya Serok me xwe nas kir û weke jin emê li ser felsefya Rêberê APO bimeşin û berdewam bikin .
Di dawiyê de jina ciwan ya bi navê Albîn ku Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan ya Bajarê Hesekê ye wiha got : Destpêkê tecrîda li ser Rêber APO em şermezar dikin, wek jinên ciwan ji Roj Avayê kurdistanê ji ber ku bi felsefeya serok APO jinên cîhanê gihane xwestek û mafê xwe û ew asta ku di demên berê de gava ku zilim û zordarî li jinê dihat kirin û bi temenên piçûk ew dizewican din hat derbas kirin.
Albîn di dawiya axaftina xwe de got: Em azadiyê ji serokê xwere dixwazin û liser rê û felsefa Serok APO berdewam bin .