Bi pêşengtiya yekîtiya ciwanên Rojava ya bajarê Helebê li stada taxa Şêx Meqsûd lîgak bi navê Berxwedana Serdemê dest pê kir.
HELEB – Nûçegihanê ajansa me ya Nûçe Ciwan di derbarê destpêkirina lîga Berxwedana Serdemê de nerînên Ciwanên ku tevlî lîga bûne girt .
Ciwanê bi navê Ednan Mihemed yê ji pêkhatê Ereb nerîna xwe ji mere got : Em îro beşdarî destpêkirina lîga binavê Berxwedana serdemê bûn û mebesta me ji vê lîgayê xortkirina moralê ciwanan û bi taybet ciwanên Efrînê, Emê hewil bidin ku di pêşe rojê de em lîgayekê li Efrînê destpêbikin , lîga me bi navê berxwedana serdemê hat binavkirin ji ber soza me ji xwîna şehîdên me re yên di ber vê axê de xwe can feda kirin.
Ciwanê bi navê Ahmed AL-Hemed jî axifî û got: Em kêfxweşin bi destpêkirina vê lîgaya nû, hêvîdarim ku her kes û Ciwanên helbê bi kêf û xweş bin.
Hêjaye gotinê ku yekemîn leystik di navbera tîma Ş.Çekdar û Ş.bakur de bû û bi serkeftina tîma Ş.çekdar bi 10 golan li ser tîma din leystik bi dawî bu .