Li gorî belavbûna erdnîgarî, zimanê Kurdî ji bilî welatên Ewropa û yên biyanî bi taybetî li hemû erdnîgariya xwe yanî li hemî herêmên Kurdistanê tê bikaranîn. Tev li navçeyîbûyînê ji nifşê mirovên vî navçê, gelek gel, ji rojava heta rojhilatê, li gelek welatan zêde û belav bûn. Lewra ye ku zimanê kurdî, yê ku li ser axeke fireh tê axaftin, ji gelek zaravayan pêk tê.
NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî pirtûka Şerefxanê Bedlîsî a Şerefname, zaravayên kurdî, eşîret, komên kurd ji aliyê ziman, kevneşopî û rewşên civakî di nav çar beşan de ji hev cuda dibin:
Kurmanciya bakur (kurmancî) û kurmanciya başûr (soranî) du zaravayên sereke ne. Ev her du zarava wekî zaravayên ku xwediyê wêjeyeke nivîskî ne, têne pejirandin. Van demên dawîn, zaravayê kirmanckî (dimilkî-zazakî) jî hêdî hêdî ber bi nivîskîbûnê ve gavan diavêje.
Di nav zaravayên kurdî de zaravayê ku herî zêde pê tê axaftin kurmancî ye. Kurmancî li hemû deverên ku kurd lê dijîn pê tê axaftin. Pirraniya kurdên ku kurmancî û zazakî diaxivin li Tirkiyê dijîn. Ji bilî çend deverên mîna Anatoliyaya Navîn û Qerejdaxê, ku şêxbizinî lê dijîn. Ev jî devoka soranî ye. Tevliheviya di warê zaravayan de pirî caran jî, ji ber navlêkirinê tê. Wek nimûne, ji bo kurmanciya bakur, li başûr « behdînî » û li rojhilat jî « şikakî » tê gotin. Her wiha ji bo zaravayê kurmanciya jêrîn jî, « kurmanciya xwarû », « soranî » tê gotin. Heman tevlihevî di warê dimilkî de jî balê dikişîne. Navên wekî « kirdkî », « kirmanckî », « dimilî », « dêrsimkî », « sobê » hwd. têne bikaranîn. Ji bo hewramî jî navê « goranî » tê bikaranîn. Wekî ji mînakên jorîn jî xuya dibe, navên ku hemû lêkolîner li ser li hev dikin, navên mîna kurdî, kurmancî, kirmanckî û kirdkî ne. Navên din tev navên herêm û êl û eşîran in.
Kurmancî
Kurmancî an kurmanciya jorîn yek ji zaravayên zimanê kurdî ye.
Zaravayê kurmancî zaravayê kurdî yê ku herî zêde tê bikaranîn e. Zaravayê kurmancî li beşeke mezin ji bakurê Kurdistanê, li başûrê rojavayê Kurdistanê, li bakurê Herêma Kurdistanê (başûrê Kurdistanê), li bakurê rojhilatê Kurdistanê, li Ermenistanê, li Xorasanê, li nav kurdên Qafqasyayê, li Anatoliya Navîn û li Diyazporayê (Ewropa, Amerîka) pê tê axaftin.
Soranî
Soranî, kurdî an jî kurmanciya navendî, zaravayekî zimanê kurdî ye. Di rastiya xwe de ev navê devokekê ye ku li nêzîkî Silêmaniyê tê axaftin, lê di pêvajoya dîrokî de navê xwe li hemû devokên zaravayê kurdiya navendî kiriye. Îro devokên mukrî, kurdî û yên din bi navê soranî têne nasîn. Bi giştî bi tîpên kurdî-erebî tê nivîsandin; herwiha, gotarên bi tîpên latînî jî hene. Soranî zêdetir li Kurdistana başûr û rojhilat tê bikaranîn.
Zazakî
Zazakî (yan jî dimilî, kirdkî, ginî, kirmanckî) yek ji zaravayên zimanên kurdî ye.
Gorî hin fîlologên rojavayî dimilkî ne zarava, lê zimanakî kurdî ye. Ango gorî wan her zaraveyekî kurdî bi serê xwe zimanekî serbixwe ye û mirov ji bo zimanê kurdî divê bêje “zimanên kurdî”.
Goranî
Goranî an jî Hewramî yek ji zimanên kurdî ye.
Kirmaşanî
Kirmaşanî li herêmên Kirmanşan, Loristan, Gûran û Îlamê tê axaftin. Zaravayeke kurdî ye, gelek nêzîkê hewramî û soranî ye, bi taybetî nêzîkê lekî ye.
Devokên zaravayên kurdî
Gelek devok û zarava, li gor navên mezhep, dever, eşîret û ol hatiye danîn. Bi vî awayê ji ber ku hatiye tevlihevkirin, ji bo van zaravayan nêrîn diguherin. Van navên zaravayan him ji alî lêkolîneran, him jî ji alî gel hatine dayîn. Di encama viya de jî li zaravayekî carna çend nav bi hev re hatine danîn. Wek mînak; navê zaravaya Kurmanciya bakur, di Kurdistana Rojhilat de wek Şikakî, di Kurdistana Başûr de wek Bahdînî, di Kurdistana Bakur de wek Kurmancî, di nav dimiliyan de jî Kirdasî an Kirmoncî tê binavkirin. Navê Kurmanciya Başûr di Kurdistana Rojhilat de wek Mukrî, di Kurdistana Başûrê biçûk de, di ya Bakur de û li Behdînanê Soranî ye. Di nav zarayan de ya herî tê tev li hev kirin di derbarê Goranî, Lûrî û Dimilî de ye. Hinekan van zaravayan zimanên wek bi serê xwe, hinekan jî wek zarava dîtine.
Kesên ku naxwazin zimanê kurdî wek zimanekî serbixwe bipejirînin, axaftina her bajarî, heta ya her gundî wekî devok, heta hin caran jî wekî zarava bi nav dikin. Çawa ku di hemû zimanan de zarava û devok hene, wisa di zimanê kurdî de jî hene. Em ji bîr nekin ku standardî di zimanê nivîskî de heye, lê di zimanê devkî de. Bêyî mudaxele û statûya siyasî, zimanê standard pêk nayê.
Ji ber ku zimanê kurdî zimanê gelekî bindesthîştî ye, îmkanên pêşdexistina sazî yên neteweyî nebûne û ji aliyê lêkolîn, lêgerîn, pêşxistina ziman û çandê, hebûnên civakî û dîrokî ve bêpar maye. Zimanê kurdî têra xwe nehatiye lêkolînkirin û dewlemendiya wî nehatiye eşkerekirin.”. Sazî û dezgehên ku karibin vî zimanî pêş bixin, bi taybetî li hundurê welatî firsenda avabûnê nedîtine. Ji aliyê lêkolîn û lêgerînê ve zimannasên pispor yên bikêrhatî negihîştine. Hindek ronakbîrên ku bi îmkan û hewldanên xwe yên şexsî xwestine derkevin meydanê jî hergav rastî tehdîda dewletên serdest û zordar bûne.
Ji ber vê yekê, lêkolînên li ser zimanê kurdî, heke em rewşa îstisnaî ya Başûrê Kurdistanê negrin ber çavan, bi xebatên van çend ronakbîran hatiye kirin û jixwe wan jî lêkolînên xwe li derveyî welatî kirine. Li Kurdistana Îraqê, ji ber vê serbestiya nisbî ya çandî ko encama têkoşîna neteweyî ya bêwestan û bênavber bûye û piştre jî, ji ber wê îmkana otonomiya mehdûtkirî ya berhema şerê salên 1960’an, li vê perçe ya Kurdistanê, wisa lê hatiye ko hejmara ronakbîr û saziyên ko li ser zimanê kurdî xebat kirine, ta dereceyekê zêdetir bûne. Li vê perçeya welatî mirov dikare behsa hin xebatên hêja bike.
Ji bilî van tiştên ku li ser zimanê kurdî hatine nivîsîn, berhemên hin rojhilatnas, zimannas, gerrok û mîsyonerên biyanî hene. Ji xeynî vê, divê em xebatên wan dewletên ku Kurdistan bindest kirine û yên hin derûdorên ku hin hesabên wan li ser Kurdistanê hene jî nîşan bidin. Ev xebatên wiha yên li ser zimanê kurdî ne bi armanca zanistî, lê bi ya siyasî, hatine kirin. Ewan ne ku xwestine rastiyên zanistî derxin holê, lê xwestine îdîa û safseteyên ko xizmeta mexsedên wan ên siyasî dikin li nav gelî belav bikin. Dewleta Tirk ji ber ku heta îro hebûna gelê me înkar kiriye, muhawele kiriye ko kurdan wekî perçeyekê ji qewmên Tirk ên Asyaya Navîn bide nîşandan. Li ser zimanê kurdî jî îdîa kiriye ko ev ziman, zimanê civakeka tirknîjad (tirkên çiyayî) e û di netîceya asîmilasyonê da bûye zimanekî destkir (sunî) ku ji çend hezar peyvên erebî, farisî û tirkî pêkhatiye.
Misyonerên biyanî jî gelek caran ji ber mexsedên siyasî yên li gor berjewendiyên welatên xwe û hin caran jî ji ber çavdêrî û lêkolînên xwe yên gelek seran serî (sethi) bi şaşî nivîsîne ku kurdî ne zimanekê serbixwe ye û devokeka farisiya kevin an jî ya nû ye. Hijmara yên ku li ser zimanê kurdî tehlîl û şiroveyên şaş ên qestî kirine yan jî bi nezanîn şaş çûne ji yek,du kesan ne zêdetir e, lê ji aliyê devokên zimanê kurdî de hejmara kesên ku bîr û baweriyên cuda cuda nivîsîne û pêşkar kirine gelek zêde ne.
Li aliyê din, divê em rastiyekê jî qebûl bikin ku herçî lêkolînên niyetpak û zanistî bi hejmara xwe gelek kêm bin jî, ew bi xwe jî li ser zimanê Kurdî gihîştine bîr û baweriyên newek hev. Ji vî alî de jî nezelaliyek heye.
Tevî hemû dijwarî, nezelalî û kêmasiyên lêkolînên ko li ser dengzanî (fonolojî, peyvsazî (morfolojî) û hevoksaziya (sîntaksa) zimanê kurdî hatine kirin, nîşan dane ku zimanê Kurdî, zimanekê serbixwe yê xwedî dîrokeka taybetî ya pêşveçûnê ye û vê rastiyê di warê zimannasiyê de xwe daye qebûlkirin.