Bi ermanca ku hakimiyeta ciwanan li ser sîlah çêbibe her wiha ji bo ku ciwan bikaribin parastina xwe bikin, Bi pêşengtiya Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojavayê Kurdistanê ciwanên hemî tevger, rêxistin û partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê perwerdeyek li ser sîlah birin.
QAMIŞLO – Di encama civîna berfireh ku Kordînasyona Ciwanên Kurd ya Rojavayê Kurdistanê di 31-3-2018 li darxistibû, Birya hate girtin ku ciwanên hemî partî û rêxistinên ciwanan perwerdeyek leşkerî bibînin.
Duh ciwanan berê xwe da gundê Til Marufê û perwerdê xwe dîtin.
Ciwanan nerînên xwe ji bo perwerdê wiha anî ziman.
Ciwanê bi naêv Ibrahîm Sofî nûnerê partiya Rêkeftin her wiha çihê xwe jî di nava Kordînasyona Ciwanên Kurd li Rojava digre wiha axifî: Em îro hatine ji bo perwerdeyekî leşkerî bibin, Ev biryar di civînek perfireh di bin silogana “Berxwedana Serdemê” de hate girtin.
Sofî ji bo ermanca vê perwerdê wiha got: Ermanca me ji perwerdê ku em ciwanan bi rêxistin bikin ku bikaribin xaka xwe biparêzin her wiha em muralê wan bilind bikin.
Her wiha ciwanê bi navê Abd AL-Xenî Omer endamê Tevgera Nûjen ya Kurdistanê her wiha berdevkê Kordînasyona Ciwanên Rojavayê Kurdistanê axifî.
Abd AL-Xenî got: Wek ciwanên Kurd ji ber rewşa ku em niha têre derbast dibin me ev perwerde lidar xist. ji bo ku em bikaribin azad jiyan bikin, Ciwanên hemî partî û tevgerên ciwanan hazir bûne.
Em dizanin ku bijmin hertim dixwaze êrîşî me bike ji ber vê yekê pêuîste em xwe biparêzin.
Jina ciwan Bûseyna Keleş ku bi navê partiya Biratî tevlî bûye her wiha endama Kordînasyona Ciwanên Kurd e wiha anî ziman: Ermanca vê perwerdê ku em xwe bi rêxistin bikin û bikaribin axa xwe biparêzin.