Bi pêşengtiya Yekîtiya Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanên Surya Demokratîk di van kêliyan de civîneke berfireh li ser asta Bakurê Suryê ji bo hemî jinên ciwan li Hola Alsenabil ya Bajarê Hesekê tê li dar xistin.
HESEKÊ – Civîn bi deqek rêz girtin destpêkir. Piştre axaftina destpêkê ji aliyê Lelîan Qasim Rêveberiya Jinên Ciwan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)’ê ve hate kirin.
Piştî axaftina jinên ciwan yên (PYD)’ê nîqaşên li ser rewşa Bakurê Suryê, Rewşa Efrîn her wiha pirsgirêkên jinên ciwan têne nîqaşkirin.
Civîn hîn berdewame.