Konferansa ciwanên Rojhilata Navîn ku biryar bû sibe li bajarê Silêmanî bê lidarxistin, ji ber pirsgirêkên rê yên ciwanan, konferans taloqê 25’ê Gulanê hate kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Komîteya amadekar a konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ya di bin silogana ‘Pirsgirêkên Ciwanên Rojhilata Navîn û Çareseriya Demokratîk’ wê bê li darxistin, îro saet 13:00’ê li bajarê Silêmanî daxuyaniyek da çapemeniyê û taeloqa konferansê ragihand.
Di daxuyaniyê de li ser navê komîteya amadekar Êrîş Şarezûrî axivî.
Êrîş Şarezûrî têkildarî sedema taloqkirina konferansê wiha got; “Ji ber di hatina ciwanên ji Tirkiye, Sûriye, Lubnan, Filîstîn û Îranê de pirsgirêk derketiye, weke komîteya amadekar biryara taloqkirina konferansê ji bo 25’ê Gulanê bikin, da. Ji bo konferans hîn dewlementir birêve biçe.
Her wiha Êrîş Şarezûrî diyar kir ku ewê di nava vê hefteyê de di çarçoveya xebatên ji bo konferansê de, serdana ciwanên Başûrê Kurdistanê bikin û guftûgoyên xwe berdewam bikin.